Siûdî: Nabe axa Iraqê bo êrîşkirina li ser cîranên wê bê bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî aloziyên dawiyê yên di navbera Bexda û Riyadê de, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Mîr Feysel bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên civiyan û tekez li ser parastina serweriya Iraqê û kêmkirina aloziyên deverê kir.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên civiya û pêşveçûnên dawiyê yên deverê nîqaş kirin.
Ew civîn di çarçoveya civîna wezarî ya girêdayî piştgirîkirina Qudsê û cihên pîroz hat kirin. Di wê hevdîtinê de tekez li ser kûrahiya peywendiyên navbera her du welatan hat kirin, û amaje bi giringiya piştgirîkirina hemî wan pêngavên ku berjewendiyên Iraqê diparêzin û peywendiyên wê ligel welatên Erebî û Îslamî bihêztir dikin hat dan.
Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan tekez kir ku divê kar bo misogerkirina wê yekê bê kirin ku ax û çavkaniyên Iraqê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran nebin rêyek, bi awayekî ku di pêkanîna pêşxistin û aramiya hemî welat û gelên deverê de bibe alîkar.
Ev civîn di demekê de ye ku di 29ê Tîrmeha 2026ê de, piştî êrîşeke hevpar a Siûdiye û Amerîkayê li ser bingehên Heşda Şeibî ku bû sedema kuştina 20 kesan û birîndarbûna 32 kesan, peywendiyên di navbera Bexda û Riyadê de aloz bûbûn. Herwesa biryar bû ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Siûdiyê kiriba lê ji ber wê êrîşê hat hilweşandin.