Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Beyan Samî Ebdulrehman re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Beyan Samî Ebdulrehman re xwest, ji ber koça dawiyê ya hevjînê wê.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Şêwirmenda Bilind a Serokê Hikûmetê ji bo Karûbarên Derve û Guherîna Keşûhewayê Beyan Samî Ebdulrehman re xwest, ji ber koça dawiyê ya hevjînê wê, hunermend û şanoakarê Kurd Muzefer Şafiî.
Malpera Hikûmetê herwesa gotiye: “Serokê Hikûmetê sersaxî ji wê re xwest, hevxemiya xwe ji wê re diyar kir û hêvî xwest ku Xudayê mezin canê wî bi biheştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wan.”
Li gorî wê daxuyaniyê, Beyan Samî Ebdulrehman jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serokê Hikûmetê diyar kirin.