Serok Barzanî daxwaza berdewamiyê bo rojnameya Medayê kir

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi merema 24 saliya derketina rojnameya Medayê, pîrozbahî li Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî kir.

Baregayê Barzanî îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) peyama Serok Barzanî ya pîrozkirinê belav kir ku tê de dibêje: Wekî rêzgirtinekê ji bo pêşketinên we yên pîşeyî û nîştimanperwerî yên diyar, ji bo 24 saliya rojnameya Medayê, ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî Serokê Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm û desteya sernivîskarên wê rojnameyê dikim.

Her di wê peyamê de hatiye diyarkirin ku rojnameya Medayê tevlî avakirina nirxên rojnamevaniya azad, hestkirina bi berpirsiyariya nîştimanî û dewlemendkirina rewşenbîrî û medyayî li Iraqê bûye.

Herwesa vê helkeftinê wekî serbilindiyekê ji bo wê dezgeha medyayî bi nav dike, ku bêtir ji du dehsaliyan amadeyî û bandora xwe parastiye, û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo Medayê û desteya wê dixwaze û hêvîdar e ku di xizmeta nîştiman û rastiyan de her geş bibe.