Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi Nêçîrvan Barzanî civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî demeka kêm li Koçka Hikûmetê ya Bexdayê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê hat destpêkirin.

Di civînê de, ji bilî Serokê Herêma Kurdistanê, her sê serokatiyên Iraqê û serkirdeyên siyasî yên Çarçoveya Hevahengiyê û hêzên Sunî pişkdar in û biryar e civîn ji bo dema du saetan vekêşe.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab pêştir diyar kiribû ku di wê civînê de, ku serokatiyên Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên pêkhatî yên hikûmeta federal tevlî wê dibin, çend pirsên girêdayî rewşa niha ya Iraqê û pêşveçûnên dawiyê yên deverê tên nîqaşkirin.

Dilşad Şehab herwesa bal kişandibû ser wê yekê jî ku di civînan de tekez li ser awayê hevahengî û harîkariya di navbera hemî aliyan de, ji bo parastina berjewendiyên Iraqê, derbazkirina astengiyan û xizmetkirina welatiyan, tê kirin.

Herwesa li gorî daxuyaniya Dilşad Şehab, di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî ji bilî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, dê çend hevdîtin û civînên din jî ligel berpirsên Bexdayê bike, ku pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê tewerekê sereke be.

Serokê Herêma Kurdistanê li roja 3ê Tebaxa 2026ê jî bi serdaneke fermî gihîşt Şamê û ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hat pêşwazîkirin, paşê jî her du aliyan pêşxistina peywendiyên dualî, avakirina aramiya deverê û destpêkirina pêngavên Sûriyeyê ji bo vekirina konsulxaneya Sûriyeyê li Hewlêrê nîqaş kirin.