Serok Barzanî sersaxiyê ji Beyan Samî Ebdulrehman re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawiyê ya hevjînê Beyan Samî Ebdulrehman peyameke hevdemiyê belav kir û tê de ji Xudayê mezin daxwaze ku cihê Xudêjêrazî biheşt be.
Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) ji ber koça dawiyê ya hunermendê şanokar Muzefer Şafiî peyameke hevxemiyê belav kir.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Xatûn Beyan Samî Ebdulrehman, bi mixabiniyeka mezin ve nûçeya koça dawiyê ya hevjînê cenabê we gihîşt me."
Serok Barzanî di peyama xwe sersaxî ji Beyan Samî Ebdulrehman, malbat, dost û nasên wan re re xwest û xwe hevparê xema wan dizane.
Serok Barzanî di peyama xwe de herwesa dibêje: “Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî Muzefer Şafiî bi biheşta berîn şad bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.