Kurdistan24 sedema rewşa amadebaşiyê ya hêzên ewlehiyê yên Iraqê eşkere dike
Hikûmeta Iraqê ditirse ku komên milîşan êrîşî ser Siûdiye û bingehên Amerîkayê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê ragihand ku bilindkirina astê amadebaşiyê yê hêzên ewlehiyê yên Iraqê têkiliya xwe bi metirsiya bersivdana komên çekdar ji bo ser berjewendiyên Erebistana Siûdî û Amerîkayê heye.
Çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê ji Kurdistan24ê re ragihand; biryara bilindkirina astê amadebaşiya ewlehî û şerî ya hêzên ewlehî û leşkerî ji aliyê Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî ve ji bo hebûna gef û metirsiyên komên çekdar li ser Erebistana Siûdî û Amerîkayê vedigere.
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî da ku zanyarên hewalgirî hene, ku komên çekdar ên girêdayî "Eniya Miqawemeyê" di demên bê de êrîş bikin ser berjewendiyên Erebistana Siûdî, wekî bersivek ji bo wan êrîşên hefteya borî ku li ser hêzên Heşda Şeibî û komên Eniya Miqawemeyê hatibûn kirin.
Eşkere jî kir ku berê wan koman ragihandibû ku piştî bidawîhatina merasîmên Çiliya Îmam Husên, ew dê bersiva êrîşên Erebistana Siûdî bidin; her ji ber wê yekê jî hêzên ewlehiyê li navxweya Iraqê ketine rewşa amadebaşiya temam.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, biryara şeva borî ya Hevpeymaniya Îdareya Dewletê ku tê de tekez li ser kontrolkirina çekan di destê komên çekdar de hatiye kirin û temamkirina wê proseyê heta 30ê Îlona bê, komên Eniya Miqawemeyê aciz kirine û parek ji wan ragihandiye ku ew amade nînin çekên xwe teslîmî hikûmetê bikin.
Berê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê di ronkirinekê de eşkere kiribû ku li ser rênmayiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, biryar hatibû dan ku astê amadebaşiya şerî û kirina meşqên meydanî û tevgera leşkerî ya hêzan bê bilindkirin, bi merema bihêzkirina şiyanên wan, çespandina ewlehî û aramiyê û parastina welatiyan û berjewendiyên giştî ji her bûyereka ji nişkê ve.
Herwesa Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan duhî (Çarşem, (5ê Tebaxa 2026an) ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên civiya û pêşveçûnên dawiyê yên deverê nîqaş kirin.
Ew civîn di çarçoveya civîna wezaretî ya girêdayî piştgirîkirina li Qudsê û cihên pîroz de hat kirin. Di wê hevdîtinê de tekez li ser kûriya peywendiyên di navbera her du welatan de hat kirin, hevdem amaje bi girîngiya piştgirîkirina hemî pêngavên ku berjewendiyên Iraqê diparêzin û peywendiyên wê ligel welatên Erebî û Îslamî bihêztir dikin hat kirin.
Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan tekez kir ku divê kar ji bo misogerkirina wê yekê bê kirin ku ax û çavkaniyên Iraqê ji bo destdirêjîkirina li ser welatên cîran nebin alavek, bi awayekî ku di bicihanîna pêşxistin û aramiyê de ji bo hemî welat û gelên deverê alîkar be.
Ev jî di demekê de ye ku di 29î Tîrmeha 2026ê de, Erebistana Siûdî û Amerîkayê êrîşeke hevpar kiribû ser bingehên Heşda Şeibî, ku di encamê de 20 kuştî û 32 birîndar hebûn. Bi vê yekê jî peywendiyên navbera Bexda û Riyadê aloziyê bûn û biryar bû Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Erebistana Siûdî kiriba, lê ji ber wê êrîşê hat hilweşandin.