Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara Dana Gas û Crescent Petroleumê red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de biryara yekalî ya her du kompaniyên Dana Gas û Crescent Petroleumê red kir û ragihand: "Destpêkirina dabînkirina gaza xwezayî ji zeviya Kormorê bo Wezareta Elektrîkê ya Iraqê bêyî rezemendî û agahdariya me ya pêşwext, binpêkirineke aşkere ya çarçoveya peymanan e".
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 6ê Tebaxa 2026ê) daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye: Di 4ê Tebaxa 2026ê de, ji aliyê her du kompaniyên Crescent Petroleum û Dana Gasê ve, ku wekî karkerên hevpar ên zeviya Kormorê kar dikin, em hatin agahdarkirin ku wan bi merema berhemînana elektrîkê dest bi dabînkirina gaza xwezayî ji Herêma Kurdistanê bo Wezareta Elektrîkê ya Iraqê kiriye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku ev agahdarkirin tenê di dema ragihandina fermî û giştî ya kompaniyan de gihîştiye wan.
Di wê daxuyaniyê de hatiye: Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî qewareyekê destûrî û venebirî di Komara Federal a Iraqê de, herdem pabendî bihêzkirina ewlehiya enerjiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye; ev yek jî bi rêya veberhênana mezin di jêrxaneya enerjiyê de û bi livandina wê jêrxaneyê bo xizmetkirina berjewendiyên hemî welatiyên Iraqê hatiye bicihanîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî kiriye: Em ti caran li dijî dabînkirina gaz û elektrîkê ji bo ti pareka Iraqê nebûne, bi wî şertî ku ev rengê rêkxistinê bi pabendbûna temam bi çarçoveya peymanên karpêkirî û bi razîbûna fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî aliyê sereke yê peymandar bên bicihanîn.
Li gorî wê daxuyaniyê, ev pêngava yekalî ya kompaniyan di demekê de ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal pêşketineke berçav di bihêzkirina hevkarî û hevahengiyên sektora enerjiyê de bi dest xistine. Di paşxaneya vê atmosfera erênî de, biryara yekalî ya kompaniyan ji bo destpêkirina dabînkirina gazê bêyî razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li derveyî wê çarçoveya peymaniyê ku projeya Kormorê birêve dibe, wekî binpêkirineke aşkere ya peymanê tê hejmartin, hevdem destwerdaneke bêhincet e di wan rêkarên dezgehî de ku peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê rêk dixin.
Hikûmet dibêje: Ev kiryara kompaniyan bûye sedema fikarên cidî, bi taybetî ku pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaza zêdetir gaza xwezayî ji bo dezgehên enerjiyê yên Herêma Kurdistanê kiriye, ku pêdiviyeke wan a zêde bi gazê ji bo dabînkirina elektrîkê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê û parên din yên Iraqê heye. Belê bi mixabinî ve, di dewsa hevkarî û hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û gihîştina bi vê armanca xizmetkariyê, kompaniyên Crescent û Dana Gas biryareke yekalî daye ku xizmeta berjewendiyên giştî nake.
Herwesa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî wê para daxuyaniya fermî ya kompaniyan red dike, ku tê de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ji bo piştgirîkirina rêkarên dabînkirina gazê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî dike ku ne wê razîbûna xwe li ser vê pêngavê diyar kiriye û ne jî rê daye wê; ji ber wê yekê jî her amajeyeke bi piştgirî an jî palpiştiya Hewlêrê ji bo vê biryara yekalî, ne rast û xapîner e.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye: Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxandineke hûr ji bo hemî encam û bandorên qanûnî, peymanî û karpêkirinên çalakiyên kompaniyan dike û hemî rêkarên guncayî ji bo parastina mafên xwe yên destûrî û peymanî bi cih tîne, bi merema parastina berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê di sektora enerjiyê de.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî dike ku ew dê li ser karkirina ligel Hikûmeta Iraqê berdewam be, ji bo zêdekirina berhemînana gaz û elektrîkê; belê tenê bi rêya wan rêkarên destûrî û qanûnî yên ku lihevkirin li ser hatiye kirin û ji aliyê peymanî ve guncayî ne û di berjewendiya xelkê de ne.