Amerîkayê 500 milyon dolarên din şandin Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke berpirs ragihand ku hejmareka nû ya dolarê kaş bi gojimê 500 milyon dolaran ji Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê gihîştiye Iraqê.

Wê çavkaniyê di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Iraqê ron kir ku Banka Federalî ya Amerîkayê hejmareka din a dolarê kaş bi gojimê 500 milyon dolaran ji bo Banka Navendî ya Iraqê şandiye.

Çavkaniya jêgotî amaje bi wê yekê jî da ku ev hejmara dolarî ya ku gihîştiye Iraqê, bi razîbûna Banka Navendî ya Iraqê ji bo karûbarên girêdayî dabînkirina pêdivîtiyên geştyaran û veguhastinên derve dê bê bikaranîn.