Diyarbekir: Kovara Bajarê hejmara xwe ya nû bi Kurmancî û Kirmanckî weşand
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara Tîrmeh û Tebaxê ya kovara xêz û xêzeçîrokan a bi navê "Bajarê" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi zaravayên kurmancî û kirmanckî tê weşandin, derket.
Ev kovar du mehan carekê bi awayê serhêl (online) tê weşandin û armanca wê ya sereke ew e ku çanda xwendinê bi zimanê dayikê pêş bixe.
Di hejmara Tîrmeh û Tebaxê ya îsal (2026) de, jiyana hunermenda navdar Ayşe Şan û karakterê efsaneyî yê çîrokên wêneyî Ken Parker hatine nasandin. Herwesa, lehengên wekî Keko, Kûto û Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf bi serpêhatiyên xwe yên nû di rûpelên kovarê de cih digirin.
Xwendevan dikarin bi awayekî bêpere xwe bigihînin hemî hejmarên vê kovarê.