Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji bo zêdekirina pişka Kurdistanê ya ji petrola xav em di gotûbêjan de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyr ragihand, ew ji bo zêdekirina pişka Herêma Kurdistanê ya ji petrola xav di nav gotûbêjan de ne. Herwiha tekez kir ku ev mijar ne pirsgirêkeke giran e û ew dixwazin dosye bi awayekî giştgir were çareserkirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyr ji peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê re axivî û pêşhatên dawî yên dosyeya neft û gazê nirxandin. Xuzeyr diyar kir ku hikûmeta federal di navbera welatiyên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê de ti ciyawaziyê nake.

Xuzeyr bal kişand ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: "Rêkeftineke sêalî di navbera hikûmeta federal, hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê de heye. Ev rêkeftin dikare li gorî encamên danûstandinan were sererastkirin." Herwiha destnîşan kir ku ji bo gihîştina çareseriyeke niştimanî ya ku xizmeta her du aliyan bike, pêdivî bi diyalogeke zêdetir heye.

Derbarê projeya xeta boriyan a nû ya "Besra-Fîşxabûr" de, Xuzeyr ragihand ku ev xet dê bi sîstema BOT (Ava bike, Bide xebitandin, Radest bike) were çêkirin. Ev proje dê rê bide ku Iraq rêyên hinardekirina petrola xwe di ser xaka Herêma Kurdistanê re ber bi Tirkiyeyê ve pirreng bike.

Derbarê hinardekirina petrolê di ser bendergeha Ceyhanê re, wezîr diyar kir, Tirkiyeyê pêşniyar kiriye ku ew tenê petrolê veguhêzin û Iraq beşdarî hinek projeyan bibe. Xuzeyr bal kişand ser plana hinardekirina 700 hezar bermîlan û got: "Ev bera petrolê tenê bi rêya Kerkûkê nayê dabînkirin. Ev nîşana wê yekê ye ku divê hevahengî bi kêlgehên din ên li Herêma Kurdistanê û navçeyê re were kirin."

Wezîrê Petrolê her wiha ragihand, Iraq dixwaze dawî li şewitandina gaza xwezayî bîne û ji bo vê yekê hewl didin kompaniyên cîhanî bînin welat. Xuzeyr desştnîşan kir ku di serdana dawî ya bo Washingtonê de, bi kompaniyên Amerîkî re çendîn peyman û yadaştnameyên lihevkirinê hatine îmzekirin, da ku zeviyên gazê û binesaziya aborî werin pêşxistin.

Di dawiyê de wezîr amarên dawî parve kirin û got ku Iraq niha rojane 2.7 mîlyon bermîl petrol berhema tîne û berê hinardekirinê jî di navbera 1.5 heta 1.7 milyon bermîlî de ye. Xuzeyr tekez kir ku hemû kêlgehên petrolê amade ne ku vegere asta xwe ya berê ya hinardekirinê, dema ku şert û mercên guncav werin amadekirin.