Dilşad Şihab: Ti metirsiyeke ewlehiyê ya taybet li ser Herêma Kurdistanê nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad ŞIhab ragihand, tevî şer û krîzên li Rojhilata Navîn, ti metirsiyeke ewlehiyê ya rasterast û taybet li ser Herêma Kurdistanê nîne. Şehab herwiha piştgiriya Herêmê ji bo gavanên aborî yên hikûmeta navendî ya Iraqê nîşan da.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab îro 8ê Tebaxa 2026an, di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de behsa geşedanên dawî yên navçeyê û bandora wan li ser Kurdistan û Iraqê kir.
Dilşad Şehib destnîşan kir ku rewşa navçeyê bi giştî aloz e, lê belê ji ber siyaset û rola hevseng a Herêma Kurdistanê, ti metirsiyeke ewlehiyê ya taybet û diyarkirî li ser Herêma Kurdistanê nîne, lê tevî vê yekê jî saziyên wan ên peywendîdar her tim di amadebaşiyê de ne.
Di derbarê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Berdevkê Serokatiya Herêmê aşkere kir, ew bi tevahî piştgiriyê didin pêngavên aborî û ewlehiyê yên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî. Şehib anî ziman ku ev hewildan rasterast bi berjewendiyên gelê Iraqê û aramiya welat ve girêdayî ne.
Ji aliyekî din ve, Dilşad Şihab bal kişand ser kêşeya kêmkirina dahata Iraqê û hişyariyeke tund da. Şehab diyar kir ku ji ber pevçûnên leşkerî û krîza li Tengava Hurmizê, ev 7-8 meh in dahata Iraqê bi awayekî berçav kêm bûye.
Berdevkê Serokatiyê di dawiya axaftina xwe de got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên peywendîdar bi hûrî û bi cidî kar li ser van zehmetiyan dikin. Parastina ewlehiya civakî û dabînkirina debara jiyana welatiyan di serê karên me de ye."