Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahî li Mihemedê Hacî Mehmûd, serkirdatî û hemû endam û alîgirên wê partiyê kir.

Baregeha Barzanî îro 8ê Tebaxa 2026an, peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka xebata vê partiyê û bang li aliyên siyasî kir ku ji bo parastina Kurdistanê hevaheng bin.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ez bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li birayê birêz Kak Mihemedê Hacî Mehmûd, serokê partiyê, mekteba siyasî, serkirdatî û hemû endam û alîgirên partiyê dikim. Di vê bîranînê de ez pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbaniyên Partiya Sosyal Demokrat di dîroka xebata gelê me de nîşan didim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim."

Di berdewamiya peyamê de, Serok Barzanî got: "Hêvîdar im hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo derbaskirina astengî û kêşeyan hevaheng û teba bin, da ku Kurdistan û gelê me her dem parastî bin."