Kirmanşan ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê berê xwe dide çandina "zêrê sor"

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pêngavên stratejîk dihavêje, da ku bibe navendeke sereke ya berhemanîna zaferanê. Ev pêngav wekî planekê ji bo rûbirûbûna krîza hişkesaliyê û guhertina awayê çandiniyê ber bi wan berhemên ku kêmtir avê dixwazin û dahata wan zêde ye tê avêtin.

Li gorî raportekê, ku ji aliyê Ajansa Mêhrê ve hatiye belavkirin, guherîna keşûhewayê û kêmbûna baranê di salên dawiyê de zexteke zêde xistiye ser çavkaniyên avê yên Kirmanşanê. Vê yekê jî wisa kiriye ku berpirs û cotkar penaya xwe bibin ber çandina zaferanê, ku bi "zêrê sor" tê nasîn; ji ber ku hem kêm avê dixwaze û hem jî dahateke baş ji bo şêniyên gundan dabîn dike.

Şareza dibêjin ku Kirmanşan xwediya axeke bibereket e û bilindahiya wê ji astê deryayê guncayî ye; ji bilî deverên sînorî yên başûrê rojavayî ku pileya germiyê di havînê de ji 40 pileyan derbaz dibe, tevahiya deverên din ên wê parêzgehê ji bo vê berhemê guncayî in.

Endamê Rêxistina Endazyariya Çandiniyê li Kirmanşanê Yasîn Newrozî diyar dike ku dema avdana zaferanê di destpêka Cotmehê de dest pê dike, yanî di wê demê de ku hewcedariya berhemên din bi avê namîne. Herwesa dibêje: "Zaferan salane 270 rojan derfetên karê rasterast ji bo her hektarekê peyda dike û nirxê her kîlogramekê di bazarê de di navbera 200 heta 300 milyon tumenan de ye (zêdetirî 1500 dolaran)."

Tevlî van taybetmendiyan jî, sektora zaferanê li Kirmanşanê hêj di astê pêdivî de nîne. Niha tenê li 500 hektarên erdî hatiye çandin û berhemê wê di her hektarekê de 5 heta 6 kîlogram e. Şareza dibêjin ku ev rêje kêm e û sedema wê bo yekê vedigere ku cotkar tenê 3 heta 4 tonên pîvazkên zaferanê di hektarekê de diçînin, di demekê de ku ji bo berhemeke aborî ya baş pêdivî ye 10 heta 12 tonan bên çandin.

Veberhênêr û şarezayê çandiniyê Keywan Yarî dibêje: "Eger pîvanên zanistî bên bicihanîn, qazanca zaferanê dê gelek caran ji ya berhemên wekî genim û çewenderê şekirê zêdetir bibe."

Yek ji pirsgirêkên din ên sereke nebûna pîşesaziya paketkirinê û kargehên guhertinê ye. Piraniya berhemê Kirmanşanê wekî keresteyê xav û bêyî ti proseya xweşikkirinê tê firotin, ev yek jî bûye sedem ku pareke zêde ya qazancê ji bo delalan bibe û dever ji brandeke xwe ya taybet bêpar bibe.

Ji bo ku Kirmanşan bibe navendeke rastîn a zaferanê, cotkar û şareza daxwaz dikin ku hikûmet deynên hêsan dabîn bike, pîvazkên zaferanê yên baş bi nirxekî guncayî bide cotkaran, û jêrxaneya pêdivî ji bo hinardekirin û bazarkirina vî zêrê sor pêş bixe.