Parlamentoya Tirkiyeyê îro denganê li ser projeqanûna aştiyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo nîqaşkirin û dengdana li ser projeqanûna proseya aştiyê ya ku ji 12 bendan pêk hatiye dicive, ku şertên wergirtine feydeyî ji bo girtiyên PKKê diyar dike.

Parlamentoya Tirkiyeyê îro (Duşem, 09ê Tebaxa 2026ê) ji bo nîqaşkirina projeqanûna çarçoveya proseya aştiyê û rêkxistina dosyeya girtiyên PKKê dicive.

Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê pêr (Şemî, 08ê Tebaxa 2026ê) projeqanûna navborî pejirandibû û biryar e ku ji bo nîqaşkirin û dengdanê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bê kirin.

Ev projeqanûn ji 12 bendan pêk tê û îmzeya 360 parlamenteran li ser wê heye. Di naverokê de rêkarên reftarkirina ligel tawanên girêdayî PKK û KCKê diyar dike.

Bicihanîna wê qanûnê bi şertekê sereke hatiye girêdan, ew jî belavkirina biryara fermî ya Encûmena Ewlehiyê ya Tirkiyeyê li ser hilweşandina wê rêxistinê di rojnameya fermî de ye. Piştî wê biryarê jî, tenê şeş mehan derfet ji bo wergirtine feydeyî ji vê qanûnê tê dan.

Li gorî naveroka wê qanûnê, cezayê wan kesên ku tawanên wan ji 15 salên zîndanê kêmtir e bo dema pênc salan û yên ji 15 salan zêdetir e bo 10 salan tê paşxistin, bi wî şertî ku di wê demê de ti tawanên din ên terorê nekin, herwesa bo dema du heta sê salan mafê karê siyasî ji wan tê standin.

Xala herî hestiyar a vê qanûnê jî ew e ku serkirdetiya PKKê û ew kesên ku destê wan di tawana kuştina bi enqest de hebûye, yan ew tawanên berî sala 2005ê hatine kirin û cezayê zîndana heta-hetayê li ser wan e, bi ti awayî wan venagire.

Ji bo serperiştiya vê proseyê, komîsyoneke bilind bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cewdet Yilmaz û komîsyoneke çavdêriyê di nav parlamentoyê de tên avakirin.