Wezareta Samanên Sirûştî: Pirsgirêka benzînê di nêz de tê çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew kar ji bo çareserkirina krîza benzînê. Berpirsekî wezaretê diyar kir, eger Bexda xerciyên petrolê wekhev bike, ew dikarin lîtreya benzînê bi 450 dînaran bidin welatiyan.

Rêveberê Giştî yê Girêbestan li Wezareta Samanên Sirûştî Dr. Xezal Hostanî îro 11ê Tebaxa 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, parzûngehên Iraqê nikarin pêdiviya navxweyî dabîn bikin, lewma Bexda benzînê bi bihayekî giran (zêdetirî 2000 dînar) ji derve dikire, lê bi 450 dînaran dide welatiyan. 

Hostanî got: "Hikûmeta Iraqê lîtreya benzînê bi zêdetirî 1500 dînaran piştgirî dike. Lê belê ji wê budceya taybet a ji bo benzînê û ji wê benzîna ku ji derve tê, ti pişkekê ji bo Herêma Kurdistanê naşîne. Tevî ku me bi fermî daxwaz kiriye jî, Bexda bersiva me nade."

Hostanî da zanîn, eger hikûmeta federal a Iraqê hevkariyê bike, bihayê benzînê li Kurdistanê jî dadikeve: "Xerciya berhemanîna petrolê li Kurdistanê 16 dolar e, lê li Iraqê 4 dolar e. Eger Bexda vê xerciyê wekhev bike û bike 4 dolar, Wezareta Samanên Sirûştî dikare di şûna 750 dînaran de, lîtreya benzînê bi 450 dînaran bide welatiyan."

Wezareta Samanên Sirûştî daxwaz ji Bexdayê kiriye ku pişka petrola ku ji bo parzûngehên Kurdistanê tê şandin, ji 50 hezar bermîlan bibe 130 hezar bermîl. 

Herwiha Hostanî got: "Parzûngeha KAR bi tenê dikare rojane 75 hezar bermîl petrol parzûn bike, lê ji ber ku petrola pêwîst nîne, em tenê dikarin 10 hezar bermîlan bidinê. Bexda li hemberî daxwazên me yên fermî bêdeng dimîne."

Berpirsê wezaretê ew gotegot red kirin ku qaşo benzîna parzûngehên Lanaz û KAR ji bo derve tê hinardekirin. Herwiha tekez kir ku ev nûçe "ne durist in û ji bo xapandina xelkê ne." Hostanî diyar kir ku hemû tankerên benzînê bi kamerayên çavdêriyê û tîmên taybet tên şopandin, da ku benzîn rasterast bigihe westgehên navxweyî.