18 kîlometre ji rêya Hewlêr-Koyeyê hatine qîrkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Karên li ser projeya rêya du-hêlî ya Hewlêr-Koyeyê bi lez berdewam dikin. Heta niha 18 kîlometre ji rêyê hatine qîrkirin û beşeke zêde ya piran û binesaziyê hatine qedandin.

Projeya stratejîk a rêya du-hêlî ya Hewlêr-Koyeyê, ku dê bibe guhertineke mezin di kerta rê û piran a Herêma Kurdistanê de, gihîştiye qonaxên giring. Ev proje ji aliyê kompanyaya "Awzan" ve bi standardên navdewletî û bi budceya zêdetirî 403 milyar dînar tê cîbicîkirin.

Projeya ku kevirê wê yê bingehîn di 10ê Cotmeha 2024an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû danîn, di destpêka sala 2025an de bi dîzaynek nû hat berfirehkirin. 

Proje ji du qonaxên sereke pêk tê; qonaxa yekem 37 kîlometre û qonaxa duyem 11 kîlometre ye. Niha kar li ser 32 kîlometreyan bi çalakî berdewam dike. Heta niha 18 kîlometre rê bi temamî hatiye qîrkirin.

Bi temambûna vê projeya mezin, rêya kevin a Hewlêr-Koyeyê ku bi xetereyên xwe dihat naskirin, dê bibe rêyeke bilez û ewle. Tê pêşbînîkirin ku dema geştê di navbera her du bajaran de 27 xulek kêm bibe. Ev yek dê bibe sedema parastina canê welatiyan û kêmkirina rûdanên hatûçûnê.

Tê payîn ku proje di dema xwe ya diyarkirî de (1275 roj) bi dawî bibe û bikeve xizmeta welatiyan.