Wezareta Bazirganiyê sedemên giranbûna kelûpelan aşkere kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê sedemên giranbûna bihayê kelûpel û pêdiviyên navxweyî eşkere kirin. Wezaretê ev giranbûn vegerand ser krîzên derve, zêdebûna xerciyên veguhastinê û kirîna dolar di "bazara reş" de.

Birîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, Serwer Kemal Hawarî, derbarê giranbûna kelûpelan de ji bo Kurdistan24ê axivî û diyar kir ku giranbûna ku welatiyan nîgeran kiriye, ji çend sedemên navxweyî û derveyî pêk tê.

Li gorî daxuyaniya Hawarî, sedema yekem a giranbûnê li welatên berhemhêner dest pê dike û di welatên transît de bihayê kelûpelan zêdetir dibe. Herwiha, ji ber rewşa nearam a navçeyê, kompanyayên veguhastinê bacên sîgorteyê zêde kirine. Kompanyayên biyanî naxwazin di rewşên xeternak de ziyanê bikin, ev yek jî rasterast bihayê kelûpelan li ser kiryaran giran dike.

Serwer Hawarî bal kişand ser wê yekê ku Iraq nikare pêdiviyên xwe yên navxweyî dabîn bike, lewma neçar e piraniya kelûpelan ji derve bîne. Hawarî got: "Girtina firokeyan û aloziyên li Tengava Hurmiz û Bab el-Mendebê bûn sedem ku kelûpel dereng bigihêjin. Dema ku daxwaz zêde dibe û kelûpel kêm dibin, biha bixweber bilind dibin."

Yek ji sedemên sereke yên giranbûnê jî bi peywendiya bazirganan a bi sîstema Asycuda ve girêdayî ye. Hat diyarkirin ku beşek ji bazirganên Herêma Kurdistanê hîn derbasî vê sîstemê nebûne.

Bazirganên ku di derveyî sîstemê de ne, nikarin dolar bi nirxê fermî ji Banka Navendî ya Iraqê wergirin. Lewma ew neçar in dolar ji "bazara reş" bi bihayekî giran bikirin. Ev cudahiya bihayê dolar jî di encamê de li ser nirxê kelûpelan tê zêdekirin û dibe bar li ser milê welatiyan.

Di dawiyê de, Wezareta Bazirganiyê tekez kir ku ew ê çavdêriya bazaran bidomînin û rê nadin ku hinek bazirgan vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û kelûpelan bêtir giran bikin.