Hatimogullari: Bicihanîna Qanûna Çarçoveyê bi qasî pejirandina wê girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ragihand ku bicihanîna "Qanûna Çarçoveyê" bo proseya aştiyê bi qasî pejirandina wê di Parlamentoya Tirkiyeyê de girîng û çarenivîssaz e; daxwaz jî dike ku encûmena ewlekariya nîştimanî bi lez raporta xwe amade bike û di rojnameya fermî de belav bike, daku ew qanûn bikeve warê bicihanînê.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari hêvî kir ku qanûna çarçoveyê ji bo tevahiya Tirkiyeyê bibe çavkaniya xêr û aştiyê û got: "Îro di parlamentoyê de danûstandinên gelek girîng hatin kirin û aliyan nîgeraniyên xwe anîn ziman. Em vê qanûnê wekî pêngava yekê dibînin, ji bo cîgirkirina aştiyê li ser vê axê, lewma me bi hêz piştevaniya wê kir."
Hatimogullari tekez li ser girîngiya pêngavên kiryarkî yên piştî qanûnê kir û ragihand: "Tiştê ku ji niha û pêve girîng e pêngavên kiryarkî ne. Ji bo ku qanûn bikeve warê bicihanînê, divê bi lez encûmen komîsyonê pêk bîne, raporta xwe amade bike û di rojnameya fermî de belav bike. Ev bi qasî pejirandina qanûnê girîng e."
Hevseroka DEM Partiyê ji aliyekî din ve jî bal kişand ser wê yekê jî ku piştî destpêkirina nû ya civînên parlamentoyê, ew li bendê ne ku pêngavên bihêztir ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê û derxistina qanûnên nû bên avêtin.
Li ser îhtîmala paşxistina biryara encûmena ewlekariyê bo sala nû, Hatimogullari hişyarî da û got: "Em hêvî dikin ku paş nekeve. Ji ber ku xavkirina proseyê dibe ku bibe sedema têkçûna wê; rast e ku pejirandina qanûnê proseyê rizgar dike, lê bicihanîna wê çarenivîssaztir e. Ev qanûn rêyê li ber tevlîbûna siyasî ya girtiyan, koçberan û wan kesên ku çekan datînin vedike, lewma divê bi ti awayî raneweste."
Ji aliyekî din ve, Pervin Buldan a endama şanda Îmraliyê û Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di nirxandineke kurt de di derheqa qanûna çarçoveyê de got: "Pîroz be û bi xêr be ji bo hemiyan, karekî demdirêj û rêyeke dirêj di ber me de ye."