Pakistan: 3 welatiyên me di êrişeke Hûsiyan de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Pakistanê ragihand, di encama êrişa çekdarên Hûsî yên Yemenê de li ser keştiyekê li Deryaya Sor, sê welatiyên wan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Ishaq Dar îro 12ê Tebaxa 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" aşkere kir, di êrişa Hûsiyan de sê welatiyên Pakistanî hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Pasevanên Sînor ên Yemenê ve hatine belavkirin, êriş li nêzîkî Tengava Bab el-Mendebê ya li başûrê Yemenê li ser keştiyeke barhilgir pêk hatiye. Di vê êrişê de bi giştî 6 kesan canê xwe ji dest daye, 4 endamên tîma keştiyê (3 Pakistanî û yek Îndonesî)

Herwiha diyar kir, 2 leşkerên Yemenî jî di dema operasyona rizgarkirinê û veguhastina tîma keştiyê de canê xwe ji dest dane.

Ev êriş di çarçoveya zincîre êrişên Hûsiyan de ye ku ji meha borî ve li ser keştiyên navdewletî li Deryaya Sor zêde bûne. Grupa Hûsiyan dorpêçeke deryayî li ser keştiyên Siûdiyê sepandiye, ku ev yek bûye sedema metrsiyeke mezin li ser ewlehiya deryayî û hatûçûna bazirganî, nemaze li Tengava Bab el-Mendebê.

Ji bilî êrişên ser keştiyan, Hûsiyên Yemenê di hefteyên dawî de gelek caran bi dron û mûşekan êrişî firokxane û kompanyayên petrolê yên Siûdiyê kirine. Siûdiyê jî wekî bersiv, gelek baregeh û armancên Hûsiyan li nav Yemenê bombebaran kirine.