Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê: Demirtaş di çarçoveya yasaya nû de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Feti Yildiz, derbarê statûya hiqûqî ya Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş de diyar kir, Demirtaş dikeve nav çarçoveya "Yasaya Çarçoveyê" ya ku nû hatiye qebûlkirin.

Piştî ku "Yasaya Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekrêziya Civakî" ku wek Yasaya Çarçoveyê tê naskirin, di 10ê Tebaxa 2026an de li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) hat qebûlkirin, rewşa hiqûqî ya girtiyên siyasî bû rojeva sereke.

Yek ji pirsên herî zêde dihatin kirin, rewşa Selahattin Demirtaş bû. Rojnamevan Alîşer Delek di bernameyeke Haberturk TV de ragihandibû ku; "Dibe ku birayê wî Nurettin Demirtaş ji çiyê vegere, lê rewşa Selahattin Demirtaş ne diyar e."

Li ser van gotinên rojnamevan, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Feti Yildiz notek ji bernameyê re şand û zanyariyên di wê notê de hatin parvekirin. Rojnamevan Alîşer Delek derbarê mijarê de wiha got:

"Min di weşanê de behsa rewşa Demirtaş kir û got ku rewşa wî ne diyar e. Lê belê birêz Feti Yildiz notek ji weşana Haberturkê re şand û bi zelalî got: Selahattin Demirtaş di çarçoveya yasayê de ye."

Ev yasaya ku bi lihevkirineke berfireh a desthilat û opozîsyonê di 10ê Tebaxa 2026an de derbas bû, armanc dike ku, endamên rêxistinê yên ku tevlî tawanan nebûne werin qezenckirin, statûyên hiqûqî yên girtî û endamên rêxistinê werin zelalkirin û mekanîzmayên vegerê werin ser bingeheke yasayî.