Hîwa Ehmed: Rakan Cibûrî 72 hezar erebên hawirde li Kerkûkê bicih kirine

Rakan Cibûrî
Rakan Cibûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê PDKê yê Kerkûk-Germiyanê ragihand, li Kerkûkê hevsengiya îdarî têk çûye û piştî bûyerên 16ê Cotmehê heta niha 72 hezar erebên hawirde li bajêr hatine niştecîkirin. 

Berpirsê Mekteba Rêxistina Kerkûk-Germiyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hîwa Ehmed Mistefa îro 12ê Tebaxê diyar kir, li Kerkûkê hevsengiya di navbera pêkhateyan de di warê rêveberiyê de bi temamî xerab bûye. Piraniya postên îdarî û kargêrî ketine destê ereban û kurd hatine paşguhkirin. Mistefa got: "Li Kerkûkê xedir li kurdan tê kirin û hevsengiya îdarî bi zanebûn hatiye têkbirin."

Berpirsê PDKê aşkere kir ku di dema parêzgarê berê yê wekalet Rakan Cibûrî de, zêdetirî 72 hezar erebên hawirde li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Mistefa tekez kir jî, ev yek li gorî Madeya 140 a Destûra Iraqê ne qanûnî ye û armanc jê erebkirin û guhertina demografiya bajêr e.

Mistefa bal kişand ser berdewamiya zextên li ser gundî û cotkarên kurd jî û got: "Pêvajoya erebkirinê bi her awayî berdewam dike. Artêş rasterast destwerdanê dike û rê li cotkarên kurd digire ku zeviyên xwe biçînin û keda xwe hilberînin. Her wiha malên gelek kadroyên PDKê li Kerkûkê hîn jî dagirkirî ne."

Ji bo derbaskirina vê rewşê, Hiwa Ehmed Mistefa banga diyalog û lihevkirinê kir û diyar kir, ji bo vegerandina aramî û hevsengiyê ji bo hemû pêkhateyan, pêwîst e bi serkirdayetiya siyasî ya li Bexdayê û pêkhateya ereb re lihevkirinek were kirin. Mistefa got: "Niha dema wê ye ku Kerkûk vegere ser rewşa xwe ya asayî û mafê hemû pêkhateyan were parastin."