Ayşegul Dogan: Di pirsa Kurd a 100 salî de cara yekem e gaveke hiqûqî tê avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê "Qanûna Çarçoveyî" de diyar kir, ev qanûn ji bo çareseriyê zemîneke nû ya hiqûqî ava dike. Dogan got: "Ev ne pêvajoyeke bi ajandaya veşartî ye; cara yekem e ku gava hiqûqî di pirsa Kurd de cihê xwe di qanûnê de digire."

Ayşegul Dogan îro 13ê Tebaxê li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên dawî û bi taybetî "Qanûna Çarçoveyî" ya de destnîşan kir, qanûna navborî di encama nirxandin û muzakereyên dirêj de hatiye amadekirin û di Civata Giştî ya Meclisê de bi dengên 467 parlamenteran hatiye erêkirin. 

Herwiha Berdevka DEM Partiyê got: "Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e qanûneke bi vî rengî tê amadekirin. Ji bo me qanûneke dîrokî ye û cara yekem e ku em wek partî îmzeya xwe davêjin bin qanûneke wiha."

Dogan got jî: "Hinek dibêjin ku ev qanûn welat parçe dike, lê berovajî vê, em qala hevgirtin û xurtkirina pêşeroja xwe dikin. Ev ne pêvajoyeke berjewendiyê ye; bi serkeftina vê gavê dê 86 mîlyon welatî sûdê werbigirin. Ji bo ku ti dayik negirîn, divê em hemû berpirsyariyê bigirin."

Li ser gotinên ku dibêjin "pêvajoyên berê têk çûn, ev ê çawa bibe?", Dogan got, kilîta serkeftinê "hiqûq" e. Herwiha destnîşan kir ku dersgirtina ji pêvajoyên berê, tenê bi misogeriya qanûnî pêkan e û tevî ku gav hêdî tên avêtin jî, hewldaneke cidî heye.

Dogan bal kişand ser encamên pratîkî yên vê qanûnê û got: "Ev qanûn helbet hemû daxwazên me bi cih nayîne, lê xwedî wê hêzê ye ku zemîna hiqûqî ya çareseriyê ava bike. Bi saya vê, potansiyela wê heye ku bi hezaran girtî ji girtîgehan derkevin û bi hezaran kesên li derve bikarin vegerin welatê xwe."

Di dawiya daxuyaniya xwe de Berdevka DEM Partiyê bang kir ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîna hevpar bê xurtkirin û destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de xebatên xwe yên li ser amadekirina desteyên nû û qonaxên din ên qanûnê bi raya giştî re parve bikin.