Li Diyarbekirê mînîbusek wergeriya: 5 kes bûn qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Lîce ya Diyarbekirê di encama wergerîna mînîbusekê de, 5 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. 

Qaza îro 15ê Tebaxa 2026an li ser rêya Lîce û Qulpê, li nêzî gundê Karahasanê pêk hat. Mînîbusa ku nasnameya şofêrê wê nehat diyarkirin, ji ber windakirina kontrola dîreksiyonê wergeriya.

Di encama qezayê de 2 kesan li cihê bûyerê û 3 kesan jî li nexweşxaneyên ku lê dihatin dermankirin canê xwe ji dest dan. Her wiha 11 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê.

Li gorî agahiyan, rêwiyên di mînîbusê de ji bo tevlibûna merasîma dergistîbûna xizmekî xwe, ji Diyarbekirê ber bi Mûşê ve diçûn. 

Derbarê qezayê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.