YNKê salvegera 80ê ya damezrandina PDKê pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê di peyamekê de salvegera 80ê ya damezrandina PDKê pîroz kir, û hêvî jî xwest ku xebata hemî aliyan li ser bingeha armancên neteweyî û demokratîk be, ji bo derbazbûna ji rewşa niha ya Kurdistanê û deverê.
Nivîsîngeha Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) duhî Şemiyê, 15ê Tebaxa 2026ê, bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) (16ê Tebaxê), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Nivîsîngeha Siyasî ya PDKê, endam û alîgirên wê kir.
Di peyama Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê de hatiye: "Bi helkefta bîranîna 80 saliya damezrandina PDKê, em pîrozbahiyê li cenabê we, endam û alîgirên we dikin. Di vê helkeftê de em geşbîn in ku xebata hemî aliyan armancên neteweyî û demokratîk ji bo derbazbûna ji vê rewşa ku Kurdistan û devera me tê de ne bike bingeh."
YNKê her wiha tekez li ser wê yekê jî kir ku pêdivî ye ev pêkvekarkirin û bizav pêxemetî payedarkirin û rastvekirina berpirsiyarane ya rêya vê ezmûna me bin.