Herêma Kurdistanê di sektora çandiniyê de ber bi nûjenbûnê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi saya teknolojiyên nû, Kurdistanê qonaxa dabînkirina navxweyî derbas kiriye û niha berhemên xwe dişîne welatên cîhanê. Veberhênana di sektora çandiniyê de ji %1.8 gihîştiye %10an.
Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê hewlên xwe yên ji bo nûjenkirina sektora çandiniyê zêde kirine. Bi rêya pergalên pêşkeftî yên wekî "çandiniya bêkêlan" (No-Till), "çandiniya zîrek" û "akwaponîk", hikûmet dixwaze berheman zêde bike û têçûna cotkaran kêm bike.
Berdevkê Wezareta Çandiniyê Qareman Qadir ji Kurdistan24ê re ragihand, pergala "bêkêlan" geşedaneke mezin bi xwe ve dîtiye. Li hinek herêman rûberê çandiniyê yê bi vê sîstemê ji 30 doniman gihîştiye 300 doniman. Ev pergal hem lêçûna cotkar kêm dike, hem jî şêya axê diparêze û kalîteya berheman bilind dike.
Derbarê berhemên navxweyî de, Berdevkê Wezaretê destnîşan kir ku Kurdistan êdî ne tenê pêwîstiyên xwe dabîn dike, lê niha hinardekar e. Berhemên wekî firingî, hêjîr û tirî, ji bilî bazarên naverast û başûrê Iraqê, niha ji bo Tirkiye, Urdin û Îmaratê jî tên şandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina çavkaniyên avê, teknolojiya "Waterbox" bikar tîne ku ev wekî alternatîfa sîstema dilopandinê ya kevin û werçerxaneke giring di dîroka çandiniyê de tê hejmartin. Herwiha wezaret plan dike ku kargehên qutîkirin û hişkkirina berheman zêde bike, da ku cotkar di demsalên zêdebûna berheman de ziyanê nebînin.
Di çarçoveya plana Kabîneya Nehem a ji bo vejandina aboriyê:
- Veberhênana çandiniyê ji %1.8 gihîşt %10an.
- Zêdetirî 11 hezar û 100 kompanyayên nû hatine damezrandin.
- 1,257 kargehên nû yên pîşesaziyê hatine vekirin.
- Ji bo cotkaran 30 hezar xaniyên plastîkî û 319 komgehên sarker hatine avakirin.