Amedsporê bi serketineke mezin dest bi Super Ligê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Amedspor ku îsal derbasî Super Ligê bû, di hefteya yekem a lîgê de li qada xwe Erzurumspor FK bi encameke mezin (3 – 0) têk bir û bi 3 puanan dest bi sezonê kir.
Di hefteya yekem a lîstikên Super Ligê de, du tîmên nû yên lîgê, Amedspor û Erzurumspor FK li Stadyuma Diyarbekirê hatin pêşberî hev. Amedsporê bi piştgiriya alîgirên xwe lîstikeke serkeftî nîşan da û bi 3 golan, 3 puanên giring bidest xistin.
Nîveka yekem a lîstikê bi bêdengî bi dawî bû. Lê di nîveka duyem de Amedsporê zexta xwe zêde kir. Di xuleka 53an de stêrka nû ya tîmê Dia Saba gola yekem tomar kir. Saba di xuleka 62an de careke din torên Erzurumsporê hejandin û encam kir 2-0.
Piştî gola duyem Amedspor bi temamî kontrola maçê girt destê xwe. Di xuleka 70î de Gokhan Gul gola sêyem a tîma xwe avêt û xala dawî li maçê danî. Pêşbirk bi encama (3 – 0) bi dawî bû.
Bi vê serketinê Amedsporê sezona nû bi moraleke bilind û bi 3 puanan vekir. Amedspor dê hefteya bê li derveyî qada xwe bibe mêvanê Kocaelisporê.