Mesrûr Barzanî: Êrîşên Îranê li ser tenahiya Kurdistanê gefên rasterast in

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşên Îranê yên li ser nivîsîngeha xwe ya taybet û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku eew êrîş wan ji bicihanîna erkên wan û parastina welatiyên wan paşve nabin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir û tê de êrişên Îranê yên li ser nivîsîngeha xwe ya taybet û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Li gorî lêkolîn û zanyarên piştrastkirî yên Dijeterora Kurdistanê, îro nivîsgeha min a taybet û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê di êrîşeka dronên Îranî de hatine armanckirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha gotiye: “Ez van êrişên nerewa û qebûlnekirî bi tundtirîn awa şermezar dikim.” Wî amaje jî daye: “Ev pêngaveka xeter e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye: “Ev êriş qet nikarin me ji berdewambûna me ya li ser bicihanîna erkên me û parastina welatiyên me rawestînin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Li gorî lêkolîn û zanyarên piştrastkirî yên Dijeterora Kurdistanê, îro nivîsgeha min a taybet û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê di êrîşeka dronên Îranî de hatine armanckirin.”

Ez van êrişên nerewa û qebûlnekirî bi tundtirîn awa şermezar dikim. Ev pêngaveka xeter e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê.

Ev êriş qet nikarin me ji berdewambûna me ya li ser bicihanîna erkên me û parastina welatiyên me rawestînin.