Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
Diyarbekir (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê û Partiya Sosyalîstên Kurdistanê êrîşa dronî ya li ser Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kirin.
Piştî ku hat ragihandin bi dronan êrîşî Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatiye kirin, ev yek nava kurdên seranserê cîhanê de rastî nerazîbûnan hat, ku partiyên Bakurê Kurdistanê jî peyamên şermezarkirinê ragihandin.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê bi peyamekê amaje kir ku “Dijeterora Herêma Kurdistanê ragehand ku roja 17ê Tebaxa 2026an di demjimêr 00:28an de bi 2 dronên bombebarkirî yên “Hedîd-110”, ji aliyê sînorê Îranê ve êrîş li Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hatîye kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di wê êrişê de zererên canî çê nebûne.
Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî heta nuha bi fuze û dronan bi sedan êrîş birine ser Herêma Kurdistanê. Ev êrîş jî beşeke ji van êrîşên terorî ye.
Êrîşa ku li dijî Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hatîye kirin êrîş û tehdîteke li ser serwerîya Herêma Kurdistanê ye.
Bersîva herî mezin ewe ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê demildest Hikûmeteke Yekgirtî ya Herêma Kurdistanê ava bikin û dezgehên Pêşmerge, aborî, ewlekarî, îdarî, dîplomasîyê bikin yek. Em vê êrîşa terorî şermezar dikin.”
Her wiha Partiya Sosyalîsta Kurdistan jî bal kêşand ser wê yekê ku her çiqas Rêveberiya Herêma Kurdistanê gelek caran dabe zanîn ku ew di şerê Îran û Emerîka de ne li ti aliyekê ne jî dîsa jî, Îran êrîşî Herêma Kurdistanê dike ku armanca van êrîşan aramî û seqamgiriya herêmê ye û îran careke din dijminatiya xwe li dijî destkeftiyên kurdan nîşan dide.