Karmendekî Kurdistan24ê li Amerîkayê xelata belgefîlmê herî baş wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Belgefîlmê "Hinara Parçeparçebûyî" ya derhêner Cebraîl Ebubekir, di Festîvala Xelatên Fîlmên Serbixwe ya Orlandoyê de xelata "Belgefîlmê Herî Baş" bidest xist.

Derhêner Cebraîl Ebubekir derbarê naveroka fîlm de ji Kurdistan24ê re ragihand, belgefîlm bi nêrîneke mirovî çîroka jiyana Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê (Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye) vedibêje. Ebubekir got: "Ev belgefîlm behsa gelekî dike ku bi salan rûbirûyî şer, awarebûn, cudakarî, zilm û bêparbûna ji mafên bingehîn bûye. Fîlm ne tenê êşên vê civakê, di heman demê de xewnên mirovê Kurd ê ji bo jiyaneke asayî, aram û ewle nîşan dide."

Derhêner Ebubekir derbarê serkeftina fîlmê xwe de diyar kir ku pêşbazî pir dijwar bûye û got: "Di festîvalê de 4 hezar û 650 fîlm hatibûn pêşkêşkirin û tenê 100 fîlm ji bo pêşbaziyê hatibûn qebûlkirin. Xweşbextane fîlma min di beşa belgefîlman de xelata herî baş wergirt."

Festîvala Xelatên Fîlmên Serbixwe ya Orlandoyê (Orlando Independent Film Awards), platformeke salane ye ku piştgiriyê dide derhêner, nivîskar û hilberînerên serbixwe yên ji seranserê cîhanê da ku berhemên xwe bidin naskirin.

Cebraîl Ebubekir ku di heman demê de karmendê saziya Kurdistan24ê ye, derhênerekî naskirî ye ku beriya niha jî beşdarî gelek festîvalên navdewletî bûye û xelatên cîhanî bidest xistine.