PDKT: Danîna çekan ne çareserî ye, divê mafên neteweyî werin misogerkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PDKTê Mehmet Emîn Kardaş, derbarê pejirandina "Qanûna Çarçoveyê" û serdema nû ya siyasî de daxuyaniyeke berfireh da. Kardaş destnîşan kir, bidawîbûna şerê çekdarî girîng e, lê çareseriya rastîn tenê bi naskirina nasnameya neteweyî û mîsogeriya destûrî pêkan e.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya (PDKT) Mehmet Emîn Kardaş, nêrîna partiya xwe ya li ser pêvajoya lihevhatina PKK û Dewleta Tirk û "Qanûna Çarçoveyê" bi raya giştî re parve kir.

Kardaş di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destpêka pêvajoyê û gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê "metirsiya Îsraîlê" de. Kardaş diyar kir, bangên Dewlet Bahçelî yên ji bo Abdullah Ocalan wekî "akilekî dewletê" hatine kirin, da ku Kurdan qanî bikin, lê di van bangan de ti carî behsa mafên Kurdan nehatiye kirin.

Serokê PDKTê anî ziman ku wan ji ber fikarên "xapandina dîrokî" ya mîna serdema Lozanê, heta niha bêdeng mane da ku pêvajoyê sabote nekin, lê piştî pejirandina "Qanûna Çarçoveyê" êdî dem hatiye ku siyaseta nû ya Kurd were destnîşankirin.

"Danîna çekan tenê dergehekî nû ye"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bidawîanîna pevçûnan di berjewendiya civakê de ye, lê Mehmet Emîn Kardaş hişyarî da: "Danîna çekan, ne çareseriya pirsa Kurd e. Ew tenê dergehekî nû ye ku pirsgirêk bi awayekî demokratîk û hiqûqî were çareserkirin. Siyaseta Kurdî ya Bakur divê li gorî şertên demê stratejiyeke nû ava bike."

Stratejiya 10 xalî ya PDKTê bo serdema nû

Kardaş di daxuyaniya xwe de, 10 prensîbên bingehîn ji bo siyaseta nû ya Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêz kirin:

- Divê Kurd ne wekî “pirsgirêk”, wekî aktorê siyasî tev bigerin û bêne dîtin

- Serxwebûna îradeyê: Divê Kurd îradeya xwe nekin bin siha dewletê yan rêxistinên çekdar.

- Xeta bingehîn a serdema nû: siyaseta neteweyî-demokratîk û azadîxwaz.

-  Çareseriya pirsa Kurd divê di misogeriya destûrî werekirin

- Demokrasiya herêmî divê bibe yek ji armancên stratejîk ên siyaseta Kurd li Tirkiye.

- Siyaseta Kurd divê aboriyê bixe navenda xwe.

- Partiyên siyasî yên Kurd aktorên siyasî qada neteweyî û demokratik in.

- Siyaseta Kurdî divê ne girêdayî Anqerayê bê.

-  Qanûna Çarçoveyê ji bo siyaseta Kurdî, destpêka siyaseta demokratîk e.

- Siyaseta Kurdî ya nû: Avakirina pêşerojekê ku hemwelatiya wekhev û nasnameya Kurdî tê de parastî bin.

Mehmet Emîn Kardaş di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir ku siyaseta Kurdî xwe ji siya pevçûnên çekdarî rizgar bike û bibe aktorekî avaker ê pêşerojê. Kardaş got: "Bersiva me zelal e: Divê Kurd îradeya xwe ya siyasî bihêz bikin. Ji çekan ber bi siyasetê, ji pevçûnê ber bi çareseriya demokratîk ve pêngavan bihavêjin. Serdema nû, siyaseta Kurdî ya nû dixwaze."