Parêzgarê Dihokê pîrozbahî li maystroyê Kurd Dilşad Mihemed Seîd kir

Dilşad Mihemed Seîd
Dilşad Mihemed Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê Elî Teter pîrozbahî li maystroyê cîhanî yê Kurd Dilşad Mihemed Seîd kir, ku pîverekê nû yê cîhanî li ser amûrê kemanê tomar kiriye û rêzbenda duyê ya bileztirîn kemanjen li ser astê hemî cîhanê bi dest xistiye.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter duhî Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, di peyamekê ragihand: “Em pir ji dil pîrozbahiyê li kurê bajarê Dihokê, hunermend û maystroyê cîhanî yê Kurd Seydayê Dr. Dilşad Mihemed Seîd dikin, ku kariye bi awayekî ecêb û bi rêya dengê “intonation” an jî artîkulaşiyona notan bigehe parçeya muzîkê ya navdar “Flight of the Bumblebee” ya awazdanerê navdar Rimsky-Korsakov.

Elî Teter destnîşan jî kir ku maystroyê Kurd bi lezatiya 195 BPMê ev parçeya mûzîkê jeniye û bi vê jenîna yekcar bilez kariye pîverekî nû yê cîhanî li ser amûrê kemanê tomar bike û rêzbenda duyê ya bileztirîn kemanjen li ser astê hemî cîhanê bi dest xwe ve bîne.

Navborî diyar jî kir ku Dilşad Mihemed Seîd kariye lezatiya jenîna xwe bi xwe jî di amûrê kemanê de ji 180 BPMê (lêdanan di deqîqeyekê de) bileztir bike û bigehîne 195 BPM lêdanan di deqîqeyekê de.

Parêzgarê Dihokê li dawiyê jî hêviya serkeftinê, tomarkirina pîverên bilindtir û pêşveçûna berdewam bo maystroyê cîhanî yê Kurd xwest û xizmeta wî di warê hunerî de bilind nirxand.