Trump: Serkirdayetiya Îranê di bin fişarke aborî ya giran de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişeke dijwar bir ser Îranê û ragihand, Tehran di bin zextên giran ên aborî de ye û serkirdayetiya wî welatî "tevizî" ye û ketiye rewşeke aloz.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de destnîşan kir, ew niha li Îranê nizane ligel kê danûstandinan bike. Trump got: "Zêdetirî serkirdeyên Îranê hatine kuştin. Ez bawer nakim niha ti kes hebe ku bixwaze di wî welatî de posta serokatiyê wergire."

Trump diyar kir, Îran ji bo gihîştina rêkeftinekê pir bi daxwaz e, lê wî wiha got: "Em hîn ne pişrast in ku em dixwazin ligel wan rêkeftinekê bikin an na."

Serokê Amerîkayê got: "Ez Tengava Hurmizê mîna axa Amerîkayê dibînim û Washington bi temamî kontrola wî rêrewê avî dike." Trump herwiha tekez kir ku destpêkirina şerê aborî nayê wê wateyê ku bijardeyên wan ên serbazî kêm bûne û ew ê ti carî rê nedin Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.

Derbarê rewşa navxweyî ya Îranê de, Trump destnîşan kir ku rêjeya enflasyonê gihîştiye %300î û Tehran nikare mûçeyên serbaz û karmendên polîs bide. Trump pêşbînî kir ku piştî bidawîbûna operasyonên li dijî Îranê, dê bihayê enerjiyê li cîhanê dakeve.

Tê çaverêkirin ku roja Duşemê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent hûrgiliyên "sazayên darayî yên herî tund" li dijî Îranê ragihîne. Trump berê hişyarî dabû ku her welatê alîkariya Îranê bike, dê rûbirûyî encamên giran bibe.

Li hemberî van gefan, Tehranê ragihand ku bersiva wan ji bo her gefeke Amerîkayê dê "wêranker" be. 

Di mehên Nîsan û Hezîranê de du hewildan ji bo agirbest û ewlehiya geştiyariya deryayî li Tengava Hurmizê hatibûn kirin, lê her du rêkeftin jî di demeke kurt de hilweşiyan.