Serok Barzanî tekezî li ser girîngiya biratî û tebayiya navbera pêkhateyên Iraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ligel serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selahedînê civîya. Di civînê de tekezî li ser biratiya pêkhateyan û giringiya cîbicîkirina Destûra Iraqê hat kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Tebaxa 2026an pêşwazî li şandeya Encûmena Parêzgeha Selahedînê kir. Şandeya mêvan ji ber salvegera 80yî ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî kir û rola wî ya dîrokî di avakirina "Iraqa nû" de bilind nirxand.
Endamên Encûmena Selahedînê spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin ku di dema êrîşên terorîstên DAIŞê de, deriyên xwe li ber awareyên parêzgeha wan vekirine. Şandeyê ev helwest wekî "nimûneya bilind a mirovdostî û biratiyê" pênase kir. Herwiha qurbanîdana Hêzên Pêşmerge ya ji bo ewlehiya herêmê û parastina pêkhateyan hat bilind nirxandin.
Şandeya mêvan daxwaz kir, hevahengiyeke xurt di navbera yekeyên îdarî yên parêzgeha Selahedîn û parêzgehên Herêma Kurdistanê de hebe, da ku ew bikarin ji ezmûna serkeftî ya avadankirin û îdarî ya Herêmê sûd wergirin.
Serok Barzanî bi germî xêrhatina şandeyê kir û destxweshiya wan kir ji bo wê hevahengî û pêkjiyana ku di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Selahedînê de heye. Serok Barzanî kurteyek ji dîroka tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê pêşkêş kir û tekez kir ku biratî û tebayî, bingeha jiyana li Iraqê ye.
Serok Barzanî got: "Sipas ji bo Xwedê, rejîmên berê yên Iraqê nekarîn nakokiyên siyasî yên gelê Kurdistanê yên ligel hikûmetan, bikin nakokiyên navbera gelên Iraqê. Biratiya me ya bi gelê ereb û pêkhateyên din re her dem mayende ye."
Derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ya piştî sala 2003an de, Serok Barzanî destnîşan kir ku divê hemû alî li vegerin ser peymana sereke û got: "Destûra Iraqê nexşerêyeke guncayî ye ji bo çareserkirina hemû wan kêşe û astengiyên ku niha di navberê de hene."
Di dawiya civînê de, Serok Barzanî bersiva pirs û têbîniyên endamên encûmenê yên derbarê rewşa siyasî, ewlehî û îdarî ya herêmê de da û nêrînên xwe yên ji bo paşerojeke aramtir parve kirin.