Li parêzgeha Hewlêrê çend herêmên parastî yên jîngehî tên ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Jîngeha Hewlêrê ragihand, li herêmê asta hişyariya jîngehparêziyê bi awayekî berçav bilind bûye û ev yek bûye sedem ku rêjeya nêçîra neyasayî kêm bibe û hejmara ajelên kûvî zêde bibe.
Rêveberê Jîngeha Hewlêrê Dilşad Hîranî ji Kurdistan24ê re diyar kir, di salên dawî de têgihiştina welatiyan a li hember xweza û zindeweran hatiye guhertin. Niha welatî li şûna ku nêçîriya ajel û balindeyên kûvî bikin, di werzên dijwar û sermayê de xwarinê ji wan re dabîn dikin û di parastina wan de dibin alîkar.
Li gorî gotina Rêveberê Jîngehê, tundkirina rênimayên yasayî û çavdêriya berdewam a polîsên daristan û jîngehê bandoreke mezin li ser kêmkirina binpêkirinan kiriye.
Herwiha diyar kir jî, hinek cureyên ajelan ên ku berê li ber tunebûnê bûn, niha careke din li deşt û çiyayên herêmê hatine dîtin. Wek mînak, mamiz (xezal) li deverên wekî Zurgazraw û Deşta Hewlêrê bi awayekî berçav zêde bûye.
Parastina jîngehê wekî beşek ji stratejiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dîtin. Hîranî aşkere kir ku ji bo parastina zêdetir a jiyana kûvî, ew kar dikin ku li seranserî Herêmê "herêmên parastî" (qedexekirî) ragihînin, wekî ku li welatên pêşkeftî hene. Niha herêmên wekî Barzan û Balakayetî mînakên serkeftî yên van herêmên parastî ne ku tê de cureyên kêmpeyda yên ajel û giyayan têne parastin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi derxistina biryarên tund û çavdêriyên hûrtir, hewl dide jîngeha Kurdistanê ji her celeb zirarê biparêze. Armanc ew e ku çanda jîngehparêziyê di nav civakê de, bibe bingeh û dewlemendiya xwezayî ya herêmê ji bo paşerojê bimîne.