Li Akrê werzê çinîna simeqê dest pê kir

Akrê (K24) – Li herêma Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, demsala komkirin û çinîna simeqê dest pê kiriye. Îsal tê pêşbînîkirin ku berhemê simeqê bigihîje lûtkeyê û daxwazeke zêde ya bazirganî li ser hebe.

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Akrê, li vê deverê zêdetirî 3 milyon û 500 hezar darên simeqê li ser rûberê 8 hezar donim erd hene. Cotyarên herêmê dibêjin ku îsal ji ber barîna baranê û şert û mercên guncav, kalîteya simeqê gelekî bilind e.

Tê pêşbînîkirin ku berhema simeqê ya îsal li Akrê bigihe zêdetirî 5 hezar tonan. Ev yek di demekê de ye ku simeqa Akrê ne tenê di navxwe de, lê belê bo derveyî welat jî tê hinartin, ku ev yek bûye sedema zêdebûna nirxê wê di bazaran de.

Nirxê kîloya simeqê li gorî reng û kalîteyê tê guhertin. Di bazara Akrê de, kîloya simeqê di navbera 6 hezar heta 15 hezar dînarên Iraqî de tê firotin. Li herêmê çar cûreyên sereke yên simeqê hene: Simeqa Sor, Simeqa Spî, Balîkî, Kîfezer.

Bazirganên li herêmê diyar dikin ku simeqa Akrê îsal bi "Zêrê Sor" tê navkirin, ji ber ku daxwazeke zêde li ser heye. Bazirgan Sirwan Mesûd dibêje: "Bihayê simeqê îsal li hemberî salên borî baştir e û daxwaza derveyî welat bandoreke erênî li ser bazara cotyarên me kiriye."

Cotyarên wekî Nêçîrvan Mihemed û Ebdula Pîr jî kêfxweşiya xwe bi berhema îsal tînin ziman û diyar dikin ku keda wan a salê bi berhemeke baş û bihayekî guncav li bazarê vedigere.