Li Herêma Kurdistanê Roja Mewlûda Pêxemberê Îslamê tê pîrozkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li seranserî Herêma Kurdistanê, bi amadebûna hezaran welatiyan û bi merasîmên cuda, salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê bin) hat pîrozkirin.
Bajarê Hewlêrê, ku di dîrokê de bi navê "Bajarê Siltan Muzeferedîn" tê naskirin, îro bû navenda serekî ya pîrozbahiyan. Siltan Muzeferedîn Kokbirî (1153-1232), ku di serdema Selahedînê Eyûbî de fermanrewayê Hewlêrê bû, wek yekem kes tê naskirin ku merasîmên Mewlûdê bi şêweyekî fermî daye destpêkirin.
Ji serê sibê ve, welatî bi her temenî ve li navenda bajar û li derdora Keleha Hewlêrê kom bûn. Navenda bajêr bi al û peyamên pîrozbahiyê hatibû xemlandin. Welatiyan şîranî û xwarinên taybet li ser xelkê belav kirin. Di mizgeftan de jî Qurana Pîroz û sirûdên olî hatin xwendin.
Li bajarê Silêmaniyê jî bi heman coşê Mewlûd hat pîrozkirin. Li Mizgefta Gewre ya Silêmaniyê kernafeleke mezin hat lidarxistin. Ji bo hêsankirina hatûçûna welatiyan, gelek kolanên serekî yên derdora mizgeftê hatin girtin.
Serpêrştê Xwaringeha Mizgefta Gewre Hacî Îqbal ji Kurdistan24 re ragihand, wan îsal xwarin ji bo 8 hezar heta 10 hezar kesan amade kiriye. Wî diyar kir ku nêzîkî 2 ton goştê sor ligel birinc û fasûlyeyê hatiye pijandin. Ev xwarin bi alîkariya xêrxwazan hatiye dabînkirin û welatiyan dikaribû li wir bixwin an jî bibin malên xwe.
Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku ev roj ji bo gelê Kurdistanê ne tenê bîranîneke olî ye, lê belê nîşaneya kûrkirina ruhê biratî, pêkvejiyan û lêborîniyê ye di navbera hemû pêkhateyan de. Li taxan jî, welatiyan xwarin û şîraniyên ku li malên xwe amade kiribûn, li cîranên xwe belav kirin.