Sîpan Şêrwanî: Wezîrê Petrolê yê Iraqê para petrola xav a Herêmê zêde nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Parlamentoya Iraqê Sîpan Şîrwanî ragihand, Wezîrê Petrolê yê Iraqê daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdekirina para petrola xav red kiriye. Herwiha diyar kir ku Bexda di warê dabînkirina sûtemeniyê de astengiyan derdixe.

Parlamenter Sîpan Şêrwanî îro 26ê Tebaxa 2026an, di civîneke çapemeniyê de zanyariyên nû derbarê dosyaya petrol û sûtemeniyê de parve kirin. Şîrwanî aşkere kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku rojane 115 hezar bermîl petrola xav ji bo parzûngehên Herêmê were dabînkirin, lê Wezareta Petrolê ya Iraqê ev daxwaz nepejirandiye.

Sîpan Şêrwanî bal kişand ser nîqaşên nava komîsyonê û got: "Min ji Wezîrê Petrolê re got; hûn 50 hezar bermîlan ji me re bişînin û di berdêla wê de 7 milyon lître benzînê bidin Herêma Kurdistanê. Lê wezîr di bersivê de got ku ew bi xwe sotemeniyê ji derve haward dikin, lewma nikarin sotemeniyê ji bo Herêmê dabîn bikin."

Ji bo zextê li hikûmeta federal bikin, Şêrwanî ragihand ku wî îmzeya 169 parlamenteran kom kiriye. Herwiha daxwaz ji Wezîrê Petrolê û Serokwezîrê Iraqê kir ku yan berhemanîna petrola xav zêde bikin, yan jî bi rêyeke din vê qeyranê çareser bikin. Parlamenter tekez kir ku divê Wezîrê Petrolê li gorî daxwazên Herêma Kurdistanê tevbigere û berpirsyariya xwe ya yasayî bi cih bîne.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Sîpan Şîrwanî aşkere kir ku biryar e sibe Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê li parlamentoyê were mêvankirin, da ku bi hûrgulî li ser dosyaya petrol û pirsgirêkên sotemeniyê gotûbêj bikin.