Xezla Hostanî: Ji bo çareserkina kêşeya benzînê me du pêşniyar dan Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebera Giştî yê Girêbestan li Wezareta Samanên Siruştî ragihand, şandeke bilind a Wezareta Samanên Sirûştî serdana Bexdayê kir û ji bo çareserkirina kêşeya benzînê, du pêşniyarên sereke pêşkêşî hikûmeta federal hatin kirin.
Rêvebera Giştî yê Girêbestan li Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Dr. Xezal Hostanî îro 27ê Tebaxa 2026an di konferansekî rojnamevaniyê de diyar kir, pêşniyara wan a yekem û bilez ev e: "Heke lêçûna berhemhênan û veguhestina 50 hezar bermîlên ku di destê me de ne ku her bermîlek 16 dolar e were dabînkirin, em dikarin sibe lîtreya benzînê bikin 450 dînar."
Hostanî destnîşan kir, ji bo çareseriyeke rîşeyî û demdirêj, divê hikûmeta Iraqê di dabeşkirina budceya piştgiriya sotemeniyê de dadmend be. Herwiha got: "Mafê me ye ku em mîna parêzgehên din ên Iraqê sûdê ji budceya piştgiriya sotemeniyê wergirin."
Rêvebera Giştî yê Girêbestan bal kişand ser pêwîstiya rojane ya Herêma Kurdistanê û got: "Rojane pêdiviya me bi 6 heta 7 milyon lître benzînê heye, ku ev jî dike 140 hezar bermîl. Li gorî destûr û yasayên Iraqê, nifûsa Herêmê %14ê nifûsa giştî ya Iraqê ye û dabînkirina vê birê sotemeniyê mafê me yê qanûnî ye."
Hostanî di dawiyê de diyar kir, wan ev pêşniyar bi nivîseke fermî dane komîteya peywendîdar a hikûmeta federal û ew bi hêvî ne ku encameke xêrê jê derkeve, da ku barê welatiyên Herêma Kurdistanê sivik bibe.