Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ragihand, lêkolînên wan ji bo dîtina çavkaniya êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berdewam in. Herwiha aşkere kir ku hêzên Almanyayê bi fermî ji Iraqê vekişiyan.

Sebah Numan îro 27ê Tebaxa 2026an ji Kurdistan24ê ragihand, Serokwezîrê Iraqê û hemû hêzên siyasî bi tundî êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kirine. 

Numan got jî: "Lêkolîn ji bo diyarkirina çavkaniya êrîşê û kesên li pişt vê planê ne, berdewam dikin. Bi saya hewildanên hikûmetê û hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê de, em ê nehêlin êrîşên bi vî rengî careke din dubare bibin."

Roja 17ê Tebaxa 2026an, du droneyên bombekirî yên cureya "Hedîd 110" ji aliyê sînorê Îranê ve ber bi bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê hatibûn avêtin. Di vê êrîşê de nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayîna rêveberê Ajansa Parastinê hatibûn armancgirtin.

Sebah Numan derbarê vekişîna hêzên biyanî de jî aşkere kir, hêzên Almanyayê yên di nav Hevpeymaniya Navdewletî de, duh bi fermî ji Iraqê vekişiyan û ji bo vê yekê merasîmeke fermî hat lidarxistin.

Berdevkê Fermandarê Giştî destnîşan kir ku pêvajoya vekişîna hemû hêzên hevpeyman leztir bûye û got: "Nivîsgeha Fermandarê Giştî hevahengiya xwe gihandiye asta herî bilind, da ku heta 30ê Îlona 2026an, ku dema dawî ya diyarkirî ye, hemû hêzên hevpeyman ji welat derkevin."