Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Mehdî Zana û Leyla Zana dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de sersaxî li malbata siyasetmedarê diyar ê kurd Mehdî Zana kir û hevxemiya xwe bi taybetî arasteyî Leyla Zana kir, hevdem rolê wî yê xebatkarî di dîroka têkoşîna gelê kurd de bilind nirxand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Tebaxa 2026an, di peyamekê de li ser hesaba xwe ya fermî di torên civakî (X) de nivîsî: "Ez sersaxiyê li malbata siyasetmedarê diyar ê kurd Mehdî Zana dikim; rêz û hurmeta min ji malbata wan a birêz re heye, bi taybetî ji xwişka hêja Leyla Zana re."
Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: "Mehdî Zana yek ji xebatkarên diyar ên kurd bû, ku temenekî dirêj di rêya xebat û têkoşîna gelê kurd de derbas kir; giyanê wî şad û cihê wî bihişt be."
Mehdî Zana di sala 1940î de li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Diyarbakirê jidayik bûye. Di destpêka ciwaniya xwe de û ji salên şêstî ve tevlî karê siyasî bûye û di nav tevgera çep û rizgarîxwaza kurd de dest bi têkoşînê kiriye.
Di hilbijartinên şaredariyan ên sala 1977an de, Mehdî Zana wek berbijêrekî serbixwe û bi piştgiriya berfireh a gel, bû serokê şaredariya bajarê mezin a Diyarbakirê, ku ev wek yekem serkeftina mezin a siyasî û sivîl a kurdan li Bakurê Kurdistanê di wê serdemê de tê hesibandin.
Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980î li Tirkiyeyê bi serokatiya Kenan Evren, Mehdî Zana hat girtin û xistin girtîgeha hejmar 5 a Diyarbakirê ku wek yek ji hovtirîn girtîgehên cîhanê ji bo îşkencekirina têkoşerên kurd tê nasîn. Ew zêdetirî 14 salan di girtîgehê de ma û bi berxwedan û parastina zimanê kurdî bû sembola berxwedanê.
Mehdî Zana hevjînê siyasetmedar û parlamentera navdar a kurd Leyla Zana ye. Piştî azadbûna xwe, beşek ji jiyana xwe li derveyî welat li Ewropayê derbas kir û çendîn pirtûk li ser bîranînên xwe yên girtîgehê û têkoşîna gelê kurd weşandin.