Serok Barzanî sersaxiyê li Leyla Zana dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Mehdî Zana, sersaxiyê li Leyla Zana, hevjîna xwedêjêrazî û malbata wî dike û xwe bi hevparê xema wan dizane.
Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Tebaxa 2026an, ji ber koça dawî ya Mehdî Zana, têkoşerê kurd û serokê berê yê şaredariya Diyarbekirê, peyameke sersaxiyê belav kir.
Di peyama Serok Barzanî de hat: "Bi daxeke mezin nûçeya koça dawî ya Mehdî Zana, kesayetê nîştimanperwer û têkoşerê kurd û serokê berê yê şaredariya Diyarbekirê gihîşt min."
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Ez serxweşiya xwe li malbata kurdperwer û xebatkar a Mehdî Zana û hem jî xwişka min a birêz Leyla Zana, hevjîna xwedêjêrazî û hemû kesûkar, dost û nasên wan dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim."
Di beşeke din a peyama Serok Barzanî de hat: "Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê Mehdî Zana bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan."