Bernameya oxirkirina Mehdî Zana hat aşkerekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bernameya merasîma oxirkirin û şîna siyasetmedarê navdar ê Kurd Mehdî Zana hat eşkere kirin. Zana yê ku di sala 1978an de wekî şaredarê Diyarbekirê hatibû hilbijartin, duh di 86 saliya xwe de li nexweşxaneyê koça dawî kir.
Mehdî Zana ku di dîroka siyasî ya Kurdan de xwedî cihekî girîng e û 16 salên jiyana xwe di girtîgehan de derbas kirine, îro 30ê Tebaxa 2026an li bajarê Diyarbekirê bi merasîmekê tê oxirkirin.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, bernameya oxirkirina Mehdî Zana îro saet 11:00an de li ber avahiya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê merasîmek tê li dar xistin.
Piştî merasîmê, saet di 13:00an de li Mizgefta Mezin nimêja cenazeyê tê kirin. Piştî nimêjê, termê Zana li Goristana Yenîkoyê tê veşartin.
Mehdî Zana di 20ê Berçileya 1940î de li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ji dayik bû. Paşnavê xwe yê fermî "Bilici" piştre guhert û kir "Zana".
Zana ku birayê parlementera berê ya DEPê Şukran Zana ye, di sala 1975an de bi siyasetmedara navdar Leyla Zana re zewicî û bavê du zarokan bû.
Mehdî Zana di hilbijartinên herêmî yên sala 1978an de, wekî namzedê serbixwe bi ser ket û bû Şaredarê Diyarbekirê. Lê belê piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an hat girtin. Zana di qonaxên cuda yên jiyana xwe de, li girtîgehên Diyarbekir, Aydin, Afyonkarahisar û Eskîşehîrê bi giştî 16 salan girtî ma.
Zana ji sala 1994an ve nêzîkî 10 salan li welatê Swêdê di sirgûniyê de jiyana xwe derbas kir. Di Cotmeha 2004an de vegeriya Tirkiyeyê û tevî ku di destpêkê de hatibû desteserkirin jî, piştre hatibû berdan û li welatê xwe ji bo doza Kurd têkoşîna xwe domand.