Geştên rasterast di navbera Tehran û Wanê de dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn geşta rasterast a asmanî di navbera paytexta Îranê Tehran û bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê de pêk hat. Di firîna yekem de 80 rêwî gihîştin Wanê û bi gul û diyariyan hatin pêşwazîkirin.

Piştî xebateke demdirêj, geştên rasterast ên asmanî di navbera Tehran û Wanê de bi fermî dest pê kirin. Yekemîn firokeyan rêwiyan a ku 80 kes li xwe girtibûn, li Firokexaneya Wanê danî. Rêwiyên îranî ji aliyê serok û rêveberên Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Wanê (VATSO) ve bi merasîmeke taybet, bi gul û diyariyan hatin pêşwazîkirin.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Necdet Takva kêfxweşiya xwe bi destpêkirina van geştan anî ziman û diyar kir, ev yek ji bo aboriya bajêr gaveke mezin e. Takva got: “Demeke dirêj e em li ser vê projeyê kar dikin. Armanca me ya îsal ew e ku em milyonek geştiyarên Îranî bînin Wanê. Bi destpêkirina firînên navdewletî, Wan gihîşt qonaxeke girîng a geştiyarî û bazirganiyê.”

Li gorî bernameya firînê, geştên asmanî dê her hefteyê, rojên sêşem û înê pêk werin. Ev geşt ne tenê di navbera Tehran û Wanê de ne; di heman demê de geştên ji Tewrîzê ber bi Wanê û ji Wanê jî ber bi bajarên din ên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ve hatin plankirin.

Geştiyarên Îranî yên ku bi firîna yekem gihîştin Wanê, diyar kirin ku rêwîtiya wan tenê saetekê kişandiye û ev yek ji bo wan gelekî hêsan û xweş bûye. Bi van firînên rasterast, tê çaverêkirin ku hejmara geştiyaran bi awayekî berçav zêde bibe.