Partiyên Kurdistanî li Xaneqînê li dijî ‘erebkirinê’ dadikevin qadan
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên Kurdistanî li qezaya Xaneqînê piştgiriya xwe bo daxwazên xelkê herêmê ragihandin û biryar dan ku li dijî siyaseta erebkirinê û ji bo bicihanîna Madeya 140 a Destûrê, çalakiyeke mezin a nerazîbûnê lidar bixin.
Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî li Xaneqînê îro 30ê Tebaxa 2026an civiyan. Mijara sereke ya civînê, guhertinên îdarî yên li herêmê û daxwazên rewa yên welatiyên kurd bûn.
Berpirsê Liqê 15ê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê, Ekber Heyder, derbarê civînê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Li ser daxwaza xelkê Xaneqînê, me wekî aliyên siyasî civînek pêk anî. Me biryar da ku em piştgiriyeke tam bidin banga welatiyan a ji bo lidarxistina xwepêşandaneke cemawerî di roja duşemê de."
Ekber Heyder destnîşan kir: "Armanca me ya sereke, şermezarkirina siyaseta erebkirinê û wan guhertinên îdarî ye ku li dijî destûrê li herêmê têne kirin. Em careke din tekez dikin ku divê Madeya 140 a Destûrê bi awayekî lezgîn were bicihanîn."
Di çarçoveya civînê de, partiyên Kurdistanî bal kişandin ser rewşa ewlehî û îdarî ya Xaneqînê. Hat diyarkirin ku heta Madeya 140 bi temamî neyê bicihanîn, divê ev herêm ji aliyê rêveberiyeke hevbeş û hêzên ewlehiyê yên hevbeş (Kurdistanî û Federal) ve bêne birêvebirin, da ku mafên hemû pêkhateyan werin parastin û pêşî li guhertinên demografîk were girtin.