Trump: Ti hêzeke leşkerî û şiyaneke aborî ya Iranê nemaye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump êrîşeke tund bir ser Komara Îslamî ya Îranê û ragihand, ew welat bi fermî wek "neteweyeke têkçûyî" hatiye nasîn û ti hêzeke wî ya leşkerî û şiyaneke wî ya aborî nemaye.
Donald Trump îro 31ê Tebaxa 2026an di peyamekê de li ser torên civakî "Truth Social" nivîsî: "Îran bi fermî neteweyeke têkçûyî ye. Ew welat mirî ye! Ne hêza wan a deryayî heye û ne jî hêza wan a azmanî, nirxê diravê wan nemaye û nikarin mûçeyê leşker û polîsên xwe bidin."
Serokê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku rêjeya enflasyonê li Îranê gihîştiye 300%ê, serkirdayetiya welêt di tevlîheviyeke temam de ye û şiyana wan nîne ku bi rengê guncayî nûneratiya welatê xwe bikin.
Di beşeke din a nivîsa xwe de, Trump behsa kuştina xwepêşanderan kir û got: "Ew tenê serî li medyaya sexte (Fake News) li Amerîkayê didin, li gel xwesteka kuştina xwepêşanderên xwe, ku heta niha zêdetirî 100 hezar kes ji wan hatine kuştin."
Trump tekez kir, divê serkirdayetiya Îranê bi tohmeta "tawanên şer ên dijî mirovahiyê" bê darizandin, herweha axaftin û daxuyaniyên Tehranê wek "gotinên bêwate" binav kirin.