Piştî êrîşên Amerîkayê buhayê petrolê bi rêjeya zêdetirî 4% bilind bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşên Amerîkayê bo ser Îranê, buhayê petrolê li bazarên cîhanê bi rêjeya zêdetirî 4% bilind bû û buhayê her bermîleka petrola xav a Brentê ji 94 dolaran derbaz bû.
Piştî ku CENTCOMê ragihand ku hêzên Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşeke esmanî ya berfireh bo ser cihên artêşa Pasdaran a Îranê li derdora Tengava Hurmizê û peravên başûrê wî welatî dest pê kir, rasterast buhayê petrolê li bazarên cîhanê bi rêjeya zêdetirî 4% bilind bû.
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ji aliyê xwe ve daxwaz ji welatiyên xwe yên li welatên Rojhilata Navîn dike ku asta herî bilind a hişyarî û xweparastinê werbigirin, di eynî demê de bo îhtîmala hilweşandina geştên esmanî û daxistina qada esmanî ya deverê jî di amadebaşiyê de bin.
Êrîşên Amerîkayê bo ser Îranê heta niha jî berdewam in û kanala "Fox News"ê ya Amerîkayî belav kir ku êrîş û lêdanên esmanî yên Amerîkayê bo ser armancên Îranê heta vê demê jî berdewam in.