Li Dihokê sîstema dîjîtal bo nexweşên pençeşêrê ket kar
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi merema kêmkirina rotînê û pêşkêşkirina xizmeteka serdemane, sîstemeke nû ya dîjîtal bo nexweşên pençeşêrê li Dihokê hate danan. Ev sîstem, ku rotînê nahêle, dê li paşerojê hemî nexweşxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê jî bi hev ve girê bide da ku dîroka tenduristiyê ya nexweşan li her cihekî diyar bibe, li ber destê bijîşkan be û çareseriya pêdivî bo bihête kirin.
Welatiyekê bi navê Beşîr bi merema wergirtina çareseriyê serdana Nexweşxaneya Pençeşêrê li Dihokê kiriye û berovajî caran, ew rastî çu qerebalixî û rotînan nebû. Bi rêya bicihanîna sîstema dîjîtal li vê nexweşxaneyê, hêsankariyeka mezin bo nexweşan hatiye kirin. Niha tenê bi tomarkirina navî, hemî zanyarên nexweşan li ber destên bijîşkan in.
Ev guhartin pişkek e ji plana nû ya Nexweşxaneya Umêdê bo dîjîtalkirina hemî xizmetkariyan. Êdî nexweşan pêdivîtî bi dosyayên kaxezî nîne û li paşerojê ev sîstem dê ligel hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê bihête girêdan, da ku dîroka serdana nexweşan û rewşa wan li her cihekî diyar bibe û çareseriyên pêdivî jê re bihête kirin.
Ev nexweşxane li sala 2025ê hatiye vekirin û ji du qatan û 160 textan pêk tê, her roj pêşwaziya zêdetirî 200 nexweşan dike û hemî çareseriyên pêdivî ji wan re tên pêşkêşkirin.
Sîstema dîjîtal arêşeyên gelek salan ên nexweşên pençeşêrê li Dihokê bidawî anîn. Êdî ezmûngeh, pişkinîn û çareserî hemî di toreke yekgirtî de civiyane, da ku xizmetkarî bi rengekê serdemane û bêyî wergirtina nobeyê bigehîte destê her nexweşekî.