Li Sineyê 2 roj şîna giştî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber teqîn û şewitîna tankerareke sotemeniyê li ser rêya Sine – Hemedanê ku di encamê de 11 welatiyan canê xwe ji dest da, Parêzgarê Sineyê şîna giştî bo dema du rojan ragihand; Serokkomarê Îranê jî daxwaza lêkolîneke hûr di sedemên wê bûyerê de kir.

Parêzgarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê Areş Zereten Lihonî îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, ragihand ku ji bo rêzgirtina li canê qurbaniyên şewitîna tankera sotemeniyê ya li ser rêya Sine – Hemedanê, bo dema du rojan şîna giştî li parêzgehê hat ragihandin.

Parêzgarê Sineyê di eynî demê de hêviya zû çarebûnê ji bo her heft birîndarên wê bûyerê xwest, ku êvara duhî Şemiyê, 5ê vê mehê, agir berbûbû tankereka sotemeniyê û teqiyabû.

Her li ser wê bûyerê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan li ser tora civakî ya Xê ligel gihandina peyama sersaxiyê bo malbatên qurbaniyan, daxwaz ji berpirsên parêzgeha Sineyê jî kir ku hemî alîkariyan bide birîndaran û malbatên qurbaniyan.

Bûyera şewitîn û teqîna tankera sotemeniyê ya êvara duhî Şemî, 5ê Îlonê, wekî bûyera 10ê Tîrmeha sala 2000ê ye, ku di encamê de 15 welatiyên bajarê Sineyê canê xwe ji dest dabû.