Hatimogullari û Bakirhan careke din wekî Hevserokên DEM Partiyê hatin hilbijartin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di Kongreya 5î ya Asayî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) de, Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan bi koma dengên pişkdarbûyîyan careke din wekî hevserokên giştî yên wê partiyê hatin hilbijartin.
Kongreya 5ê ya Asayî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, li Navenda Çandî ya Nazim Hikmetê li bajarê Enqereyê, bi rêve çû.
Di proseya dengdanê de bo hilbijartina serkirdetiya nû, Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan karî 535 dengên endamên kongreyê bi dest bixin û careka dî wekî hevserokên giştî yên wê partiyê bawerî pê hat dan.
Tulay Hatimogullari di axaftinekê de ragihand ku ev kongre "kongreya amadekariyê û pêngaveka nû ye" û got: "Em ne li vê derê ne ku xwe dubare bikin, belkî em li vê derê ne ku xwe nû bikin." Wê bal kişand ser wê yekê jî ku partiya wan bo qonaxeke nû pêxemetî aştiyê û avakirina civakeka demokratîk amadekariyan dike.
Ji aliyekî din ve jî, Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de rexne li karên borî yên partiya xwe girtin û diyar kir ku nehatiye karîn ku wekî pêdivî peywendiyeka bihêz bi civakê re bê çêkirin. Bakirhan ragihand jî ku berpirsiyariya wan kêmûasiyên di hinek şaredariyan û qadên siyasî de hebûn li ser milê serkirdetî û hevserokên giştî ye.
Her di wê kongreyê de, Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervin Buldan bal kişand ser qonaxeke nû ya têkoşînê û ragihand: "Çend mehên din bi rêya kongreyeke din, em dê tevgereke nû bi navê Tevgera Komarî ya Demokratîk ava bikin, ku armanca wê cîgirkiirina aştiyê li Tirkiyeyê ye."
Ev kongre bi pişkdariyeke sînordar û bi amadebûna parlamenter û endamên rêxistinên DEM Partiyê bi rê ve çû, ku tê de tekez li ser guherîna di peyrewê navxweyî û organên wê partiyê de hat kirin. Ji ber çarçoveya qanûnî ya wê kongreyê jî, ti partiyeka dî ya siyasî bo vê merasîmê nehatibû vexwendin.