Rojavayê Kurdistanê: Sala nû ya xwendinê tevî krîzan dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gel destpêkirina sala nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, malbatên şagirdan ji ber zehmetiyên aborî û zehmetiya dabînkirina pêdiviyên dibistanan rûbirûyî astengiyên giran bûne; herwesa nebûna elektrîkê û xirabiya rewşa avahiyên dibistanan jî barê şagirdan girantir kiriye.
Sala nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dest pê dike û gelek arêşe û zehmetî li pêş xwendekaran û malbatên wan hene. Piraniya malbatên şagirdan nikarin pêdivîtiyên dibistanan bo zarokên xwe peyda bikin, xasma jî kesên ku fermanber in û karînên wan ên aborî sînordar bin. Malbatên ku pitirî şagirdekê wan hebe jî, dê gelek zehmetiyê bibînin.
Xwedanên firoşgehên pêdivîtiyên dibistanan jî dibêjin ku nirxê kelûpelan îsal ji par erzantir e ji ber ku rê vebûne û piraniya alavan ji derveyî Sûriyeyê derbaz dibin, lê nirxê pêdivîtiyan ne yekdest e ji ber ku çavdêrî nîne û gelek keysebazî ji aliyê bazirganan ve tê kirin.
Îro dewama rêveberiyan dest pê kir, tenê mamosta diçin dibistanan. Li dibistanên Qamişloyê jî, rêveberiya navçeyê dê pişkdar bibe û dê haydariyê bide hemî mamostayan da ku îsal guhdaneka taybet bi şagirdan hebe.
Sala nû ya xwendinê dê wekî sîstema berê bimîne, hem rêbaza hikûmetê û hem jî rêbaza Rêveberiya Xweser, heta sala bê rêbaza xwendinê li gişt Sûriyeyê dê bibe yekdest.
Di rewşeka pir bizehmet de û li gel nebûna elektrîkê û têkçûna rewşa xizmetkariyan, şagird amadekariyên xwe bo pêşwaziya sala nû ya xwendinê dikin; herwesa rewşa gelek dibistanan xirab e; kevn bûne û ne amade ne ku pêşwaziya xwendekaran bikin.